ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Deryaya Xezerê rola giring li berfirehkirina peywendiyên Îran û cînaran heye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Tirkmenistan, Qezaqistan, Rûsiye û Komara Azerbaycanê ji cînarên Îranê yên baş in, ku dikarin ji riya deryaya Xezerê, peywendiyên bi wan re berfireh kir.

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja pênşemiyê piştî merasima  destpêkirina  hevgav a çend projeyan li parêzgeha  Gîlanê bal kişand ser giringiya  mesela Tranzît û veguhestina  barên 20 milyon tonî yên kel û melan ji Hindustanê bo Rûsiyê û diyar kir: beşek ji veguhestina kelûmelan divê ji riya  Îranê cih were û bi  zeliqandina  riay Benderebasê li başûrê Îranê li Moskowayê, Hindistan, Îran, Rûsiye û welatên din dê gelek qazancê bikin.

Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku  tranzît û pêkanîna  riyên  peywendiyê jibo pêkanîna kar û şuxil û rewneq û geşatiya aboriyê  pir giring e û diyar kir: Avakirina  rêhesina  Reşt-Astarayê bi alîkariya Komara Azerbaycanê dê bi zûtirkê destpê bibe.   Wî her wiha bal kişand ser girêdana  peymana 6 hezar wagona barî navbera Îran û Rûsiyê û destnîşan kir: Hezar wagonên çêkirî dê radestî Îranê bibin û 5 hezar wagonên  mayî jî dê li Îranê bên çêkirin ku eva bixwe dibe sedema  zêdebûna berhemanîn û pêkanîan kar û şuxilê jibo ciwanên  welêt.

Rûhanî bal kişand ser bikaranîna  riay tranzîat îarnê jibo Têhran, Moskowa, Dêhliyê nû û welatên din xwediyê sûd û puena aboriyê ya zêde ye û destnîşan kir: Gîlan, helîqeya  anvbera  navçên curbicure Îranê û welatên  bakuriye Xezerê û her wiha rewşekek baş jibo kar û şuxil û xebatê ye.

Serok Komara Îslamî ya Îranê îro bi sefera Gîlanê, 17 xebata projeyên pêşeyî, benderî, cotkarî, malatdarî, muxabiratî, nexweşxane û avedankirinê li vê parêzgehê destpê kir.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu