IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê derbasî yekemîn navçeya bajarê Mûsilê bû

Hêzên artêşa Iraqê kete nava yekemîn navçeya bajarê Mûsilê.

Li gorî rapora AL ALAM`ê, Elî El Yasirî, sekreterê giştî yê koma Berxwedana Îslamî ya Seraya El Xurasaniyê, ragihand, hêzên artêşa Iraqê, sibeha duşemiyê bi ketina nava navçeya El Keramê li başûrê rojhilata bajarê Mûsilê, bi awayekî fermî operasyona leşkerî ya li nav bajêr dest pê kiriye û terorîstên koma tekfîrî- siyonîstî ya DAIŞ`ê neçar kirin ku paşda vekişe.

Vî qumandeyê hêzên Heşdi Şebî destnîşan kir, meşyana ber bi pêş ya hêzên iraqî li mêhwerên curbicur ên dorhêla Mûsilê hevgavê derbasbûna Teşkîlata hêza gelanî ya Heşdi Şebî, bi lez bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu