CîhanIraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê derewand: Amerîkayê bi şaşî êrîş nekiriye

Artêşa Iraqê ragihand ku nûçeyên dibêjin ku Amerîkayê li nêzîkî Mûsilê bi “şaşî” li leşkerên Iraqê xistiye, derew in.

Medyaya Iraqê û hinek welatên erebî li gorî hinek çavkaniyên di nav Artêşa Iraqê ragihandibû ku balafirên Amerîkayê li nêzîkî Mûsilê li leşkerên iraqî xistibû û di encamê de 90 leşker hatibûn kuştin û bêtirî 100ên din jî birîndar bûbûn.

Artêşa Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: “Ti agahî tine ne ku Balafirên hevpeymanê di çarçoveya operasyona Nînewayê de şaşî kiriye”. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu