IraqNûçeRojhilatanavin
Artêşa Iraqê destpê kirina operasyoneke din a leşkerî li rojavayê Iraqê li dijî DAIŞê ragehand
Îro 20.04.2017ê fermandariya operasyonên Cezîre li beyanameyekê de ragehand, ku dest bi operasyona rizgarkirina navçeyên rojavayê Enbarê kirine.
Operasyona bi beşdariya artêş û hêzên ewlehiyê ve bi alîkariya eşîretên navçeyê ve îro destpê kir û armanc jî rizgarkirina navçeyên bakûrê deryaçoka Hedîse û rojavayê parêzgeha Enbarê ye.
Fermandarê operasyonên Cezîre Lîwa Rukin Qasim Mihemedî ragehand, operasyon bi piştevaniya balefirên şer ên hêzên hevpeyman û artêşa Iraqê ve pêktê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)