ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Cejna Berxwedanê ya Libnanê pîroz kir

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li peyamên cuda ji bo Sek. giştî yê Hizbullaha Libnanê seyd Hesen Nesrullah û ji bo wezîrê derve yê vî welatî Cubran Basîl, 17 saliya revîna dagîrkerên siyonîst ji başûra Libnanê li wan pîroz kir.

Li 25 Gulana sala 2000 yanî 17 salên berê hêza leşkarî ya rejîma siyonîst a Îsraîlê bi çek û sîlahên pêşketî û zav li ber hêzên berxwedana Libnanê têkçû û neçar ma ji başûra Libnanê bireve û di encama vê yekê gelek deverên berfire ên başûra vî welatî azad bûn.

Di encama vê serkevtina berxwedana Libnanê de gelê vî welatî her sal 25 Gulanê wek Cejna Serkevtin û Berxwedanê pîroz dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu