IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê hejmarek gund li Enbar û Neynew kontrol dikin

Artêşa Iraqê û çekdarên êlan girava Hedîse li parêzgeha Enbarê û gundên navçeyên Şergatê li parêzgeha Selahedîn û Geyara li Neynewa kontrol kirin.

Artêşa Iraqê li parêzgeha Enbarê ragihand, Firqeya 7 ya artêşê û çekdarên êlan di êrîşekê de karîn girava Hedîsa bi temamî ji destê DAIŞê control bikin.

Girava Hedîse li rojhilatê bajarokê Hedîsa û 160 k.m jê dûr e û gundên Kesîrat û Omeriye li xwe digire.

Herwiha Fermandarê Operesyona Neynewa Nicim Cibûrî ragihand, Firqeya 15 ya artêşa Iraqê û hêzên Dije Terorê gundên Ceseme, Sekîne, Cerna û Şebalê li sînorê navçeya Geyara kontrol kirin.

Ji aliyekî din ve, Berdevkê hêzên Hevbeş yên Wezareta Bergîriyê yê Iraqê ragihand, li sînorê navçeya Şergatê 5 hatin kontrolkirin.

Duh hêzên Iraqê dest bi operesyonekê ji bo kontrolkirina Gireva Rumadî, bexdadî, Hît û Hedîse li parêzgeha Enbarê û gundên navçeyên Geyara û Şergatê kiribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu