IraqNûçeRojhilatanavin
Artêşa Iraqê îro li başûr rojavayê Mûsilê du gundên din ji destê DAIŞê rizgar kirin

Hêzên Artêşa Iraqê li eniya başûr û rojavayê Mûsilê bi pêş ve diçin û îro jî piştî dorpêçkirina gundên Yerxent û Qeretepeyê, ev herdû gund jî hatine kontrolkirin.
Fermandarê Firqeya 9 a Zîrxpoşan a Artêşa Iraqê Riyaz Celal jî got: “Operasyon bi temamî serkeftî bû. Duh jî me gundên Selamiye û Humêranê kontrol kiribûn. Niha me dest daniye ser projeya ava Selamiyê ku ev proje ava hemû herêmê dabîn dike.”
Herwiha Celal ragihand; “Me ji gundê Tewacê ve dest bi êrîşê kir û ev gund jî nêzîkê Mûsilê ye. Niha tenê gundê Çiloxan maye ku em kontrol bikin û xwe bigîhînin sînorê bajarê Mûsilê.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)