IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê ji sê aliyan ve êrîş dike

Dezgeha Dije Terora Iraqê dest bi qonaxa duyemîn a operasyona kontrolkirina rojhilatê Mûsilê kir û hêzên Iraqî ber bi sê taxên bajêr ve pêşdikevin

Fermandarê Hêzên Dije Teror Ebdulwehab Sedî ji Rûdawê re ragihand, îro Pênşeme 29-12-2016, duyemîn qonaxa operasyona Mûsilê dest pê kir.

Fermandarê Firqeya Zêrîn a Iraqê general Fazil Berwarî jî eşkere kir, ku operasyonê îro danê sibê dest pê kiriye û hêzên wan jî beşdar dibin û niha di nav taxên bajêr de pêşdikevin.

Fermandarê Hêzên Dije Teror Ebdulxanî Esedî jî eşkere kir, ku îro hêzên wan çûne nav taxa Qudis a rojhilatê Mûsilê

Esedî got; “Ji eniyên bakûr û başûrê rojhilat jî hêzên iraqî dest bi operasyonê kirine, dê di vê qonaxê de tevahiya taxên rojhilatê bajêr bên rizgarkirin.”

Hêzên Dije Teror li taxên Kerame, Qudis û Şenaiyê operasyonê dikin.  Operayona Mûsilê roja 17ê Cotmehê dest pê kir û heta niha Artêşa Iraqê 46 taxên bajêr kontrol kirine.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu