CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Îran li hember mudaxilên Emerîkayê li rêketinnama navokî disekine

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê li hemebr bêsoziyên Emerîkayê li pêvajoya cihanîna rêketinama navokî disekine.

  Li gorî rapora nûçegihanê IRIB Newsê li beşa dervey sînoran, Hesen Rûhanî  ,berêvara roja sêşemê  li civîan rojnameavniyê li Têhranê bi munasibeta  yeksalîbûna rêketinama navokî bal kişand ser bêsozî û mudaxilên Emerîkayê li pêvajoya  cihanîan rêketinnama navokî û got :Gel û dewleta Îranê li ber vê bêsoziyê bi qawet sekinîne û ji berjewedniyên  neteweyî yên  Îranê derbas nabin. Rûhanî bal kişand ser serketina Îranê li muzakirên navokî li hember welatên endamê koma 5+1`ê û bidestxistian rêketinnama navokî û got : Rêketinnama navokî ya şehîdan, gelê Îranê û destkevteke mezin a neteweyî ye.

Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku  Komara îslamî ya Îranê li dû çekên navokî û tevkujiyê nîne û nabûye û got : Tirştê ku li bara çekên navokî gotin derew bû û rêketinama navokî berheqbûna Îranê selimand.

Serokêa komara îslamî ya Îranê bal kişand ser derketina  Îranê ji beşa heftan a manîfesta NY û destnîşan kir: Zengînkirina  uranyomê mafê gelê Îranê ye û NY û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê xebatên biaşitî yên navokî yê Îranê bifermî nas kirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Hemî boykotên navokî li dijî Îranê piştî cihanîna rêketinnama navokî hatine rakirin.

Rûhanî her wiha Îranê welatekî bibandor li navçê û cîhanê da zanîn û destnîşan kir: Li meselên curbicure cîhanê, Îran  wek basikeke çalak û kêrhatî li meydanê tê hesabê û amadenebûna  Îranê li warên siyasî û navçê ji cîhanê re xisareke mezin e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di eynî demê de, tirsandina ji Îranê şaş da zanîn û got : Îran li dû aşitî û ewlehiya li navçê û cîhanê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu