IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê li dewama pêşdaçûnên xwe duh danê êvarê karî taxa Hey ul Şuheda-1`ê li perrava rojavaya Mûsilê azad bike

Hêzên iraqî herwiha ragihandin: Gundê Selcê li başûra devera Bedo li bakûra Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin û 400 malbatên aware ji vê deverê derxistin.

Hêzên iraqî îro piştî êrişa ser Hey ul Mensûrê pêşdaçûna xwe li deverên rojavaya Mûsilê domandin û karîn ku kontrola cadeya di navbera Mûsil û Teleferê da jî bêxin destê xwe.

Serleşker Ebdulemîr Yarulah, fermandarê opêrasyona azadkirina Nêynewayê, ragihand ku hêzên iraqî cadeya Mûsil-Kesekê ber bi Teleferê xistin bin destê xwe. Yarulah herwiha got, bi kontrolkirina vê rêyê, têkilîya têrorîstan ji rojavaya Mûsilê bi bajarê Teleferê re hatîye birrînê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu