IraqNûçeRojhilatanavin

Nîşangirên arteşa Iraqa qehreman 9 terorîstên DAIŞê kuşt

Fermandarekî Iraqê ragihand ku 9 terorîstên DAIŞê ji aliyê nîşangirên artêşa Iraqê ve hatin kuştin.

Fermanderê polîsên Iraqê Şakir Cewdet ragihand ku li başûrê Mûsilê 9 terorîstên DAIŞê ji aliyê nîşangirên artêşa Iraqê ve hatine kuştin.

Şakir Cewdet daxuyakirin ku li başûrê Mûsilê nîşangirên artêşa Iraqê derbên giran li DAIŞê dane û got, ‘9 terorîstên DAIŞê li nêz gundê Um Mesaîd ê Mûsilê ji aliyê nîşangiran ve hatin kuştin.’

Fermanderê Iraqê herwiha da zanîn ku embareke çek û cebilxaneya DAIŞê jî li rojavayê bajarokê Hemam Elî hatiye bidestxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu