IraqNûçeRojhilatanavin

Arteşa Iraqê li parêzgehên Kerkûk, Diyalî û Selahedînê êrîşê ser çeteyên mayî yên DAIŞê kir

Fermandarê Operasiyona Hevpar a Iraqê qala destpêbûna operasiyona berfireh a ewlehiyê jibo paqijkirina bilindahiyên Hemrînê li sînorên parêzgehên Kerkûk, Diyalî û Selahedînê ji çeteyên mayî yên DAIŞê kir.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Mehr Newsê ji zarê Yewm El Sabiyê, Seid Herbiye, Fermandarê Operasiyona Hevpar a Iraqê ragihand: Ev operasiyon ji çar aliyan va bi hevahengiya Fermandetiya Operasiyonê ya Selahedînê û bi beşdariya hêzên Polîs dest pê bûye û operasiyona aliyê bakur ji aliyê Hêzên Heşda Şeibî û bi hevkariya hêza hewayî ya Iraqê dê pêk were.

Li gorî vê raporê, çeteyên mayî yên DAIŞê xwe stirandine çiyayên Hemrînê.

Başa dön tuşu