IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê li taxa Întîsar a Mûsilê çek, teqemenî û otomobîlên DAIŞê yên hatine desteserkirin nimayîş kir

Artêşa Iraqê li taxa Întîsar a Mûsilê çek, teqemenî û otomobîlên DAIŞê yên hatine desteserkirin nimayîş kir. Xwediyê piraniya wan çekan jî hatine kuştin.

Li gorî gotina pisporên leşkerî, çekên pêşkeftî di destê çekdarên DAIŞê de ye. DAIŞ di şer de pişta xwe bi van çekan germ dike. Derbarê mijarê de Fermandarê Artêşa Iraqê General Heysem Nedawî ji Rûdawê re got: “Firqeya 9 a Qehreman a Artêşa Iraqê dest daniye ser van çekan. Herwiha di nav alavên hatine desteserkirin de makîneya kolandina tûnelan û 2 otomobîlên bombebarkirî jî hene.”

Li gorî gotina fermandarê ıraqî, di nav teqemeniyan de madeya fosfor heye ku di eniyên şer de ev madeya kîmyewî li dijî Artêşa Iraqê hatiye bikaranîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu