Artêşa Iraqê nahiya Berteleyê ya Mûsilê di çarvoya operasyona rizgakirina Mûsilê de kontrol kir.
Hêza Dijî Teror a Iraqê îro nahiya Berteleyê ya girêdayê Hamdaniyeyê kontrol kir û gaveke din nêzîk Mûsilê bûn.
Di çaremîn roja operasyona rizgarkirina Mûsilê de Hêza Dijî Teror a Iraqê piştî pevçûnên dijwar karî nahiya Berteleyê kontrol bike.
Lîwaya 91 a Artêşa Iraqê li rojhilatê navçeya Geyareyê îro 5 gund kontrol kirin.
Hêzên Artêşa Iraqê di çaremîn roja operasyona Mûsilê de, îro danê sibê berê xwe dabûne 6 gundên başûr û rojhilatê Mûsilê.
Artêşa Iraqê di heyama 2 rojên destpêkê yên operasyonê de, 12 gund li sînorê navçeya Hemdaniye û bajarokê Nemrûdê kontrol kiriye û niha jî li sînorê başûrê rojhilatê Mûsilê şerê kontrolkirina Ebasiye û çend gundên din dide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)