IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê nîvê rojavayê Mûsilê kontrol kir

Berdevkê Hêzên Bersiva Lezgîn a Artêşa Iraqê Serdar Ebdulemîr El Mihemedawî îro çarşemê ragihand ku hêzên wan nîvê aliyê rojavayî yê Mûsilê kontrol kiriye.

El mihemedawî teqez kir ku Hêzên Leşkerî yên Artêşa Iraqê nîvê aliYê rojavayî yê Mûsilê kontrol kiriye û wiha got: “Hêzên me hewl didin ber bi aliyê bakurî yê Mûsilê ve biçin ku ew dever di bin destê DAIŞê de ne.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu