IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Îraqê rojavayê çemê Dîcleyê bi temamî kontrol kir

Leşkerên Îraqê di çarçoveya hemeleya rizgarkirina Mûsilê rojhilatê çemê Dîcleyê ya ji aliyê rast bi temamî kontrol kir.

Çapemaniyên ereban raghandin , ku Fermandarê Odeya Çalakiyan a Mûsilê Ebdulah Amîr Yarala gotiye ku hêzên wan rojhilatê çemê Dîcleyê bi temamî xistin ji destê çeteyên DAIŞʹê derxistine û got ku Hêzên Îraqê yên destwerdana lezgîn 100 metreyan dûrî pira hesin a di nîvê Mûsilê de ne, heger ew pir hate giritin, êdî dibe 3 pirên serke yên Mûsilê di destê hêzên Îraqê de û bi vê yekê dê rojhilat bi rojavayê ra bajar re were girêdan.

Heman berprisê îraqî da zanîn ku segvanên DAIŞʹê li jora avahiyên bilind xwe bi cih kirin û ji ber vê yekê tevgera hêzên Îraqê dereng dikeve. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu