IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê taxake din a Mûsilê rizgar kirine

Fermandarê Operasyonê Eqîd Rukin Riyad Mihemed ragihand ku hêzên wan li aliyê rojavayê Mûsilê pêşve diçin û ev sê roj in li taxên Heremata Yekem û Duyem şerekî tund li dijî DAIŞê berdewam e.

Mihemed destnîşan kir ku ji serê sibeha heta niha, 3 otomobîlên bombekirî û 7 bombeyên vedayî teqandine, herwiha 3 nîşangir û nêzîkî 10 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Riyad Mihemed eşkere kir ku di demeke nêzîk de taxa Heremata Yekem bi temamî ji destê DAIŞê bê rizgarkirin û hêzên Iraqî taxa Mişêrfa Yekem bi temamî kontrol kirine.

Fermandarê Polîsên Federal Ferîq Raid Şakir Cewdet jî da zanîn ku hêzên wan ji aliyê Heremat ve li bakurê rojavayê Mûsilê 500 metre pêşve çûne û hejmarek avahî jî xistine bin kontrola xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu