CîhanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Balafirên şer ên amerîkî li Reqqayê 33 sivîl kuştin’

Li gorî çavkaniyên herêmî firokeyên şer ên hevpeymaniya navdewletî ya di bin serokatiya Amerîkayê de, li rojavayê Reqayê dibistanek bombebaran kirine û di encamê de 33 kesên sivîl canê xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku êrîş li ser dibistana Al-Badîye ya li gundê Al-Daxlîyê ku 30 kîlometro ji Reqayê düre pêk hatiye. Li gorî zanyariyan di dibistanê de malbatên 50 koçberên ji bajarê Helebê hatibûne vehewandin.

Ajansa Sana ya hikûmeta Sûriyê jî ragihand ku di encama êrîşê de dibistan bi tevahî wêran bûye lê hîna hejmara qurbaniyan ne diyar e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu