Serokwezîrê Iraqê bi munasibeta salroja damezrandina artêşa vî welatî û got: Artêşa Iraqê dê nabe amûrê mudaxila li welatan û serkutkirina gelan.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, û i zarê kanala Someriye Newsê, Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê li axiftinekê bi muansibeta 98`mîn salroja damezrandina artêşa vî welatî û teqez kir: Artêşa bi hêz a Iraqê parêzvanê hakimiyeta neteweyî û sînorên welat e.
Li gorî vê raporê, wî her wiha got: Artêşa Iraqê tu carî dê nebe amûrê mudxaila li karûbarên welatên din û serkutkirina gelên din û li pêşerojê jî dê nebe.
Ebdulmehdî her wiha bal kişand ser destkewtên artêşa Iraqê li şerê li hember terorîzmê û got: Artêşa Iraqê bona berevaniya ji axa welêt serketî bû û terorîzm işkest da.
Serokwezîrê Iraqê her wiha diyar kir: Em destê hevkariyê ber bi welatên din li navçê û cîhanê dirêj dikin ji ber ku li dû cihhatina aşitî û aramiyê ne tenê li welatê xwe belkî li hemî cîhanê ne.