IraqNûçeRojhilatanavin

Arteşa Iraqê û hêzên heşdê şêbî operasyonek li dijî DAIŞê dan destpê kirin

Artêş û hêzên Heşdî Şeibî operasyonek leşkerî dijî rêxistina terorîst a DAIŞê li başûrê Kerkûkê da destpê kirin.

Operasyon îro 04.07.2018ê li başûrê Kerkûkê û bakurê Diyalayê destpê kir û hewl tê dayîn grubên DAIŞê yên li wê navçeyê bên jinavbirin, ku rojane kiryarên terorîstî pêktînin.

Li gor zanyariyên berdest, çekdarên DAIŞê êrîşeke hember li ser xaleke kontrolê ya hêzên Iraqê ya li gundê Ribêzat a ser bi bajarokê Daquqê kirin û polîsê Iraqê kirine armanca êrîşa xwe û polîsek hatiye kuştin, hejmarek polis jî birîndar bûne.

Herwaha li gor hin zanyariyên din li gundê Dawude bombeyek di milis û hêzên Iraqê de hatiye teqandin û bûye sedema birîndarbûna 7 çekdar û leşkerên Iraqî.

Başa dön tuşu