Artêşa Iraqê û Sûriyê li sînorên du welatan hevkarî kirin
Falêh Feyaz serokê hêzên gelanî yên Iraqê li Press konferansekê ragihand; Tenê navça sînorî ya El-Qaim di destê terorîstan daye ku hêzên iraqî û sûrî bona derxistina vê navçê bi hevra hevkariyê dikin.
Falêh Feyaz destnîşan kir; Hêzên gelanî yên Iraqê heta niha nexş û rolekî berbiçav li azadkirina navçên bin destê terorîstên DAIŞ`ê hebûne û roja îro ji ber hevkariya Heşda Şeibî, hêzên artêş û polîsê federal a Iraqê, terorîstên DAIŞ`ê li nav welêt rastî işkestê hatiye.
Operasyona azadkirina bajarê Hewîcê wek meqera dawiyê ya koma terorîst a DAIŞê li bakurê Iraqê li 21 Îlona 2017`an bi beşdariya hêzên Heşda Şebî destpê bû.
Terorîstên DAIŞê niha tenê hin beşên axa Iraqê li sînorên rojava yên vî welatî dagir kirine û navçên din ên Iraqê ji hizûra terorîstên tekfîrî hatin paqijkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)