LubnanNûçeRojhilatanavin

Artêşa Libnanê dijî DEAŞê operasyon da destpêkirin

Artêşa Libnanê îro ber destê sibehê li rojhilatê welêt dijî DEAŞa li ser sînorê Sûriyeyê operasyon da destpêkirin.

Joseph Avnê Sererkanê Libnanê îro ber destê sibehê daxuyaniya nivîskî da û wiha got: “Li çiya û daristanên bajarokên Re’s Balbek, El-Faqîha û El-Qayê li dijî DEAŞê operasyona bi navê ‘Sibeha Çiyayan’ dest pê kir.”

Artêşa Libnanê ev demek e li bajarokên Res Balbek û El-Qaya li ser sînorê Sûriyeyê hejmara leşkerên xwe zêde dike û tevî çekên giran sewqiyata leşkerî dişîne herêmê.

Hikûmeta Libnanê di 10ê tebaxê da dijî DEŞAê fermana operasyonê dabû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu