EfrîqaNûçe

Li Somaliyê êrişa bombeyî: Bi dehan mirî

Hate ragihandin ku li Mogadişuyê ya paytexta Somaliyê bi wesayîta bombebarkirî êriş pêk hatiye û di encamê de jî bi dehan kes jiyana xwe ji dest dane.

Çavkaniyên polêsan ragihandin ku di êrişa li cihê bazarê ya navçeya Afisiyonê ku dikeve başûrê paytext de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane gelek kes jî birîndar bûne.

Lê li gorî nûçeyên ku zanyariyên xwe spartin çavkaniyên nexweşxaneyê di êrişê de 28 kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne Hate diyarkirin ku berpirsyariya êrişê hêj tu kes negirtiye serxwe, lê tê payîn ku êrişî mîlîtanên El Şebabê yê girêdayê El Kaîdeyê pêk anîtibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu