Berdevkê artêşa Lîbyayê, Tirkiye taawnabr kir ku li teqînên terorîstî yên bajarê Binqaziyê dest hebûye.
Li gorî rapora malpera nûçana El-Yewm El-Sabê, sertîp Ehmed El-Mismarî li gotûbêjeke rojnamevniyê, Enqere tawanbar kir ku li bûyera terorîstî ya Binqaziyê û hewldana ji bo derbaskirina teqemnaiyan nav Lîbyayê dest hebûye.
Roja sêşemiyê 23 çillê piştî du teqînan li ber mizgevtê û dayira paseportê ya Binqaziyê herîkêm 34 kes hatin kuştin û 87 kes jî birîndar bûn.
Koma nasiyar bi artêşa neteweyîya Lîbyayê bi fermandetiya general Xelîfe Hefter kontrola bajarê Binqaziyê girtiye destê xwe, çend mehan berê li bara derxistina terorîstan ji vî bajarî agahî dabû.
NY li daxûyaniyekê teqînên terorîstî yên bajarê Binqaziyê şermezar kir û li bara kuştinan û nearamiyên zêdetir li Lîbyayê hişyarî daye.
Lîbya ji dema alûgurên sala 2011`an û mudaxila Emerîkayê û hin welatên ewrûpî û navçê, rastî nearamiya siyasî hatiey û bûye meydana cilîdê ya endamên terorîstî û komên çekdar e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)