Artêşa Nêcêryayê bi kuştina 347 şîeyan û binaxkirina li gorên komkî tawanbar bû
Encama lêkolînekê li Nêcêryayê nîşan dide ku artêşa vî welatî, dema pevçûnên li bajarê Kadonaya Bakûrî ku li dawiya sala buhurî qewimîn, 347 şîeyên vî welatî kuştine ku ew li gorên komkî, binax kirine.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Tesnimê, komîteya şopandin û lêkolînê ya Nêcêryayê ku wilayeta Kadonayê, ew bona hilkolandina vê mijarê kiriye berpirs, bi ragihandina vê cinayetê herwiha got: Ev lêkolînên bi 193 rûpelan, nîşan didin ku artêşa Nêcêryayê, bi şîeyan re bi şidetê tev geriyaye. Pevçûn û şideta du rojî ya li 12`ê Siptambera buhurî ku di vê raporê de hatiye ragihandin, wê demê dest pê bû ku xwenîşanderên şîe yên beşdarên li rê û rismeka mezhebî li vî welatî, nehêlan ku karwanê General Tokor Yûsif Bûrtay, fermandeyê artêşa Nêcêryayê, derbas bibe.
Rapora komîteya hilkolandinê, ji bilî piştrastkirina rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî ya li ser vê cinayetê, xwestiye ku berpirsên van kuştinan werin şopandin.
Di vê raporê de hatiye ragihandin: Li gorî lêkolînan, ev komîteya, dixweze ku kiryarên demlidest bona girtin û mehkemekirina endamên artêşê ku li vê cinayetê, destê wan hebûye, werin kirin.
Rêxistina Efûya Navneteweyî, beriya niha ragihandibû: Artêşa Nêcêryayê, bi qesd, şîeyên alîgirê Şêx Îbrahîm Zekzekî, dane ber gullan û ji bilî binaxkirina wan li gornên komkî, hewl daye ku belgeyên vê cinayetê ji nav bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)