CîhanEfrîqaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Artêşa Nîciriyê êrîşa ser xwenîşanderên bo Azadiya Şêx Îbrahîm Zekzakî kirin

Bi sedan kes ji Nîciriyê roja Duşemiyê li Ebucaya paytexta vî welatî bi lidarxistina xwenîşandanê daxwaza Azadiya Şêx Îbrahîm Zekzakî rêberê tevgera îslamî ya vî welatî kirin.

Hîn hejmara kesên şehîdbûyî li vê xwenîşandanê diyar nebûye, lê kesên şehedê bûyerê gotin ku leşên şehîdan li navçeya Kûjboyê li ser erdê dîtine.

Şêx Zekzakî û jina wî roja 13ê Kanûna 2015an li êrîşa çekdarên Nîciriyê li ser hisêyniyeyka bajarê Zariyayê li parêzgeha Kadûnaya bakurê vî welatî hatin girtin.

Hêzên artêşa Nîciriyê di pêvajoya girtina Zekzakî da, bi gulleberdana ser kombûna li ber hisêyniyeyê û mala wî, bi sedan kes ji wan sê zarokên Şêx Zekzakî şehîd kirin.

Gelê Nîciriyê bi caran bi lidarxistina xwenîşandana berfireh li bajarên cûrbicûr ên vî welatî daxwaza azadkirina Şêx Zekzakî kirine.

Artêşa Nîciriyê roja Şemiyê jî bi gulleberdana ser beşdarên li meşa Erbeyîna Îmam Hisên (S) li nêzikî Ebucaya paytexta vî welatî, herîkêm 10 şîngêrên Îmam Hisên (S) şehîd kirin.

Başa dön tuşu