AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê 500 bermîl nifta xwe firote Ewrûpa

Birêveberê karûbarên navnetewî yê kompaniya netewî ya nifta Îranê ji firotina 500 bermîl nif bo Ewrûpa li Îlonê xeber da.

Muhsên Qemserî birêveberê karûbarên navnetewî yê kompaniya netewî ya nifta Îranêbal kişande ser palînkirina nifta Îranê li 40 palîngehên cîhanê û destnîşan kir; para pirtire palîngehên ku nifta Îranê li parzemînên Asiyayê û hinek jî li Ewrûpa  palîn dibin .

Qemserî ragihand; Pê behregirtina ji navenda nû ya îxracata nifta Îranê li nîzikiya girava

Xarkê li Kendava Farsê, heta kutahiya sala 2016 Îran nifta xwe dê ji “rojavaya karûnê“ jî îxrac bike.

Birêveberê karûbarên navnetewî yê kompaniya netewî ya nifta Îranê herwisa got: Îran dê rojê 300 hezar bermîl ji Rojavaya Karûnê îxrac bike û vê niftê dê tesîrekî erênî li ser geşatiya abûra Îranê hebe.

Wî bal kişande ser viya ku Komara îslamî ya Îranê dixebite rojê 4 milyon bermîl nift îxrac bike ragihand; Piştî rakirina boykotên dijî îranê, Têhran amadeye li ser îxracata nifta xwe tev welatên cîhanê gotûbêjê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu