Artêşa Rejîma Siyonîstî pilana dagîrkirina ducarî ya Zîvala Gazayê pejirandiye û ji ber zêdebûna alûgorên meydanî li Zîvala Gazayê ev rejîma dagîrker bi dû viyaye ku carek dinê vê zîvalê dagîr bike.
Berpirsên ewlehiyê yên Rêjîma Sîyonîst ragihandin: Eger gotûbêjên Misrê tev bereya berxwedana islamî ya Filistînê(HAMAS) bona agirbesa li Zîvala Gazayê rastî işkestê were, Hemas dixwaze navçê têxe nav şer û kêşeyekê.
Eva li halekê ye ku karbidestên derecebilinde eskerî yên Rejîma Siyonîstî bi xwe jî ser işkesta xwe li hemberî bereya berxwedanê destnîşan kirine.
Rejîma Siyonîstî li berteka işkestên her rojî yên xwe li hemberî gelê Filistînê û mêhwera berxwedana Filistînê û bona veşartina van işkestan, dixebitin ku aloziyê l Gazayê zêde bikin û dewamê bidin cinayetên xwe yên derheq gelê Filistînê.