ÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna çapemeniyê ya serokkomarê Îranê û serokwezîrê Malêzyayê

Serokê Komara Îslamiya Îranê û serokwezîrê Malêzyayê, vîna du welatan a ji bo gihandina asta peywendiya heya dewra berî boykotan û zêdekirina du beranberî ya asta danûstandinan li dema herê kêm de, ragihandin.

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê, berêvariya îniyê li civîna hevpar a ligel Mehemed Necîb Rezaq, serokwezîrê Malêzyayê li Koalalamporê destnîşan kir: Her du welat biryar dane ku sala 2016`an bikin wekî sala liv û meşyana ji bo jordabirina asta peywendiyên hevpar ên di warê aborî, siyasî, zanistî û çandî de.

Ruhanî bal kişand ser vê yekê ku peywendiyên bi welatên Asyayê re û ji wan Malêzyayê li siyaseta derveyî ya Îranê, cîgeheka taybet heye û herwiha got: Rewşeka baş ji bo çalakî û sermayedanîna îraniyan li Malêzyayê û xelkê Malêzyayê li Îranê heye ku her du dewlet pişta vê yekê digirin.

Serokê Komara Îslamiya Îranê, bal kişand ser pêşketinên Îran û Malêzyayê li teknolojiyên pêşketî û destnîşan kir: Li hevdîtina tev serokwezîrê Malêzyayê, her du alî li hev kirin ku hevkariyên xwe yên li beşên zanîngehî û teknolojiyê de berfireh bikin.

Ruhanî got: Ji bo sermayedanîna li beşa pêşeya tûrîsma Îranê, gellek rewşê baş hene ku Têhran pêşwaziya beşdariya sermayedanerên malêzyayî, di vî warî de dike.

Serokkomarê Îranê, gotûbêja li bara cîhana Îslamê û meselên navçê, yek ji mêhwerên din ên hevdîtina tev serokwezîrê Malêzyayê da zanîn û herwiha got: Her du welat bona nakokiyên nexwestî yên ku ji aliyê dijminan ve ser cîhana Îslamê hatine sepandin, nîgeran in û ser vê bawerê ne ku divê welat bona şerrê dijî terorîsmê, hemû amûran bi kar bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu