NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûrîyê 4 gund li bakura rojavaya Suweydayê azad kirin

Artêşa Sûrîyê karî di encama opêrasyonekê de kontrola tam a gundên Şumere, Elalî, Bergeşe û Şîyahatê li bakura rojavaya parêzgeha Suweydayê bêxe destê xwe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê, hêzên artêşa Sûrîyê di encama azadkirina gundên hanê de hejmarek têrorîstên DAIŞ`ê kuştin û birîndar kirin.

Artêşa Sûrîyê duh jî gundên Dêr Dama û Bostanê li bakura rojavaya Suweydanê ji lepên têrorîstan azad kirin.

Li gorî nûçeyeke din, mêdyayên ser bi têrorîstan li Sûrîyê ragihandin ku Ebû Elî Babî berpirsê dabînkirina çekên koma têrorîst a Cebhet ul Tehrîr Sûrîya bi derba gulleya kesên nenas li şarê Al Babê li bakura rojhilata Helebê de hat kuştinê.

Di çend rojên buhurî de komên têrorîst ên Cebhet ul Tehrîr Sûrîya û Tehrîr ul Şamê li derdora Helebê berbûne canê hev.

Komên têrorîst ên Ehrar ul Şam û Nûredîn Zenkî ji bo revîna ji têkçûnê destpêka sala buhurî navê xwe guhertin û ser navê koma têrorîst a Cebhet ul Tehrîr Sûrîya derketin holê.

Başa dön tuşu