NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê 5 gund azad kirin

Hêzên artêşa Sûriyê kontrola pênc gundan li bakurê rojava parêzgeha Suweydayê û bakurê rojhilata parêzgeha Derayê li başûrê vî welatî û hev sînorê Urdinê bi dest xistin.

 Artêşa Sûriyê, îniya buhurî ji mêhwerên  gundê El-Bustanê, berevaniya hewayî ya Heranê û Sema El-Henîdatê, operasyona  xwe li dijî terorîstan li rojhilata  Derayê li başûrê Sûriyê destpê kir.

Li gorî rapora îro ya IRNA`yê, û ji zarê çavkaniyên meydanî, artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê li pevçûna tev koma terorîstî ya Tehrîr Şamê û komên  ser bi wê li gundên El-Elalî, Berxeş û El-Şahatê li bakurê rojava  parêzgeha  Suweydayê bi dest xistin.

Li encama pevçûna  artêşa Sûriyê tev terorîstan li bakurê rojava Suweydayê û bakurê rojhilata  Derayê jî, gundê El-Mudewerê azad bû.

Artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê li dawîn operasyona  xwe kontrola gundê El-Şomerê  li derdora Suweydayê bidest xistin.

Artêşa Sûriyê li çend rojên buhurî bi weşandina hin daxûyaniyan li gundan û bajarokên bin kontrola  terorîstan ji wan xwest ku beriya  destpêbûna oprasyona eskerî ya berfireh a artêşê tevlî aşitiya neteweyî bibin.

Başa dön tuşu