Hêzên artêşa Sûriyê kontrola pênc gundan li bakurê rojava parêzgeha Suweydayê û bakurê rojhilata parêzgeha Derayê li başûrê vî welatî û hev sînorê Urdinê bi dest xistin.
Artêşa Sûriyê, îniya buhurî ji mêhwerên gundê El-Bustanê, berevaniya hewayî ya Heranê û Sema El-Henîdatê, operasyona xwe li dijî terorîstan li rojhilata Derayê li başûrê Sûriyê destpê kir.
Li gorî rapora îro ya IRNA`yê, û ji zarê çavkaniyên meydanî, artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê li pevçûna tev koma terorîstî ya Tehrîr Şamê û komên ser bi wê li gundên El-Elalî, Berxeş û El-Şahatê li bakurê rojava parêzgeha Suweydayê bi dest xistin.
Li encama pevçûna artêşa Sûriyê tev terorîstan li bakurê rojava Suweydayê û bakurê rojhilata Derayê jî, gundê El-Mudewerê azad bû.
Artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê li dawîn operasyona xwe kontrola gundê El-Şomerê li derdora Suweydayê bidest xistin.
Artêşa Sûriyê li çend rojên buhurî bi weşandina hin daxûyaniyan li gundan û bajarokên bin kontrola terorîstan ji wan xwest ku beriya destpêbûna oprasyona eskerî ya berfireh a artêşê tevlî aşitiya neteweyî bibin.