NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê 5 gundan li nêzîkî Idlibê kontrol kirin

Navenda Ragihandinê ya Şêrr a Sûriyê ragihand ku artêşa Sûriyê ji duhî ve karî li başûrê Idlibê pêşketineke berçav bi dest bêxe û xwe gihandiye sînorê Idlibê.

Navenda hanê herwiha da zanîn ku artêşa Sûriyê gundên Şerîa, Cemaziye, Mesterîha, Mîdan Xezal û Bab El Taqî li bakurê rojavayê Hemayê kontol kirin, bi vê yekê jî xwe gihande sînorê parzgeha Idlibê. Herwiha şer û pevçûn di navbera artêşa Sûriyê û komên terorîst de li gundên Arîma û Mîdin Xezal li başûrê Idlibê berdewam dike û kêm maye ku ew bikevin destê artêşa Sûriyê.

Li gor Navenda Ragihandinê ya Şêr, bi vê gavê artêşa Sûriyê ji destpêkirina operasyona kontrolkirina parêzgeha Idlibê nêzîkî hedefa xwe dibe.

Artêşa Sûriyê roja înê di daxuyaniyekê de ragihand ku liv û tevgerên terorîstan li Idlibê tam li binçavdêriyê digire û wan bê bersiv nahêle.

Başa dön tuşu