NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê 9 navendên eskerî yên ser sînorê vî welatî tev Urdinê azad kirin

Artêşa Sûriyê 9 navendên eskerî yên ser sînorê vî welatî tev Urdinê li parêzgeha Derayê azad kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, Li operasiyona artêşa Sûriyê li parêzgeha Derayê li başûra vî welatî, hinek gundên ku terorîstan dagîr kiribûn hatine azadkirin û  9 navendên eskerî yên ser sînorê vî welatî tev Urdinê jî ketine destê artêşa Sûriyê.

Artêşa Sûriyê ragihandiye ev operasiyona dijî terorîstan hetanî azadkirina derbasgeha girînge Nesîb li nîzikiya sînorê vî welatî tev Urdinê dê bê domandin.

Hevçaxî vê operasiyonê firokên şêr yên Sûriyê û Rûsiyayê jî pêgehên terorîstan li bajarokê Tefesê li Rîfa rojavayî bombebaran kirin.

Qeyranan Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji bo guhertina hevsengiyên navçeyê ser xêra Rêjîma Siyonîst dest pê bû.

Başa dön tuşu