NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê bajarokê Kehîlê ji destê terorîstan azad kir

Artêşa Sûriyê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî karî bajarokî Kehîlê li derûdora Derayê ji destê terorîstan azad bike û dorpêça Tefesê şidyayîtir bike.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News’ê, Qumandekî meydanî yê artêşa Sûriyê ragihand ku artêş û hêzên gelanî yên Sûriyê li dewama operasiyona xwe ya dijî terorîstan li rojava û rojhilata Derayê karîn bajarokî Kehîlê ji destê terorîstan azad bikin û paşê yekîneyên muhendisiya artêşa vî welatî jî operasiyona paqijkirin û pûçkirina bombeyên ku terorîstan li nav vî bajarokî çandibûn, destpê kirin.

Hevçaxî vê operasiyonê firokeyên şêr û topxaneya artêşa Sûriyê jî pêgehên terorîstan li gundên El-Cîze, Seyîda, El-Teyibe, Umel-Meyazen û El-Neyîme li parêzgeha Derayê kirine hedefa êrişên xwe.

Walîtiya Derayê jî bal kişande ser viya ku ew navçên li vê parêzgehê ji destê terorîstan têne azadkirin, ji aliyê yekîneya muhendisiya artêşa Sûriyê va têne paqijkirin û got: 14 erebeyên tijî madên xwarekê û dewa-derman bona xelkê gund û bajarokên El-Sehwe, El-Mesîfere, El-Cîze, El-Qariye El-şerqiye, El-Kirik û Qesemê hatine şandin.

Ji aliyê din ve, hatiye ragihandin ku terorîstan navça Şarê-El-Nîl li Helebê kirine hedefa êrişên xwe ku ji ber vê êrişê hinek ji xelkê sivîl birîndar bûn.

Her wisa ajansa nûçan a Reutersê jî ragihand ku Hezîfe El-Bedrî kurê Ebûbekr Bexdadî serokê terorîstên DAIŞ`ê li halê ku mijûlî operasiyoneka xwekujiyê li derûdora hêzgeha Humsê bû, ji aliyê hêzên sûrî hate kuştin.

Başa dön tuşu