ErebîstanIraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî sefera xwe ya Erebistanê paşda xist

Rayedarekî nêzîkî serokwezîrê Iraqê diyar kir ku serokwezîrê vî welatî sefera xwe ya Erebistanê ku biryar bû bi zûtî pêk were paşda xist da ku kes fikir neke ku Iraq pişta aliyeke krîza pêkhatî di navbera welatên erebî li Kendava Farsê de digire.

Cebar Ebadî parlemanterê iraqî ku nêzîkî serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ye li hevpeyvînaxwe ya duh bi Reutersê re got: Ev sefera Ebadî biryar bû çarşemê pêk were lê niha ew paşda ketiyeçûnku Iraq naxwaze ev fikira çê bibe ku dewleta Iraq pişta aliyeke krîza pêkhatî di navbera welatên erebî yên dorhêla Kendava Farsê de digire.

Cebar Ebadî li vê hevpeyvînê de desnîşan kir ku muhtemel e ev sefera hefteya tê pêk were . Li vî halî de Heyder Ebadî roja sêşemê gotibû ku sefera wî ya Erebistanê têkiliya xwe bi qeyrana pêkhatî navbera welatên erebî re tine.

Ebadî herwiha ew kesên ku li Iraqê dijberê hevgirtina navbera Iraqê û welatên erebî û yên cînar in rexne kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu