IraqNûçeRojhilatanavin

Taxê Tenek li rojavayê Mûsilê bi temamî hat kontrol kirin

Supayê Îraqê îro Sêşembê taxê Tenek li rojavayê Mûsilê kontrol kir û her îro operasyona kontrolkirina deverdarîya Hezer dest pê kirîye.

Ferîq Rukin Ebdulemîr Reşîd Yaralla fermandarê operasyonên rizgarkirina Mûsilê dîyar kir, îro serê sibê hêzên dijî terorê taxê Tenek bi temamî kontrol kir û zîyanên mezin yên jîyanî û maddî gihandine terorîstan.

Li heman demî da televizyona fermî ya Îraqê, belav kirîye îro Sêşembê hêzên Îraqî bi pişikdarîya Heşda Şebî operasyona rizgarkirina deverdarîya Hezer û deverên din yên derdorên wê dest pê kirîye Ku dikeve başurê rojavayê Mûsilê.

Xuya jî kirîye ku hêzên esmanî yên Îraqî dê piştevanîya wan bikin û operasyon wê ji sê bereyan ve dest pêbike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu