NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê baregeh û çeperên têrorîstan li bajarê Hemahê dane ber êrîşê

Artêşa Sûriyê roja Yekşemiyê ragihand ku baregeh û cihê kombûna têrorîstên ser bi Bereya Nusreyê dane ber êrîşê.

Li gorî ragihandina artêşa Sûriyê, li vê operasiyonê bi dehan têrorîst hatine kuştin an birîndar bûne.

Ev êrîşa artêşa Sûriyê li pey binpêkirina agirbesa têkildarî navçeyên Kêmkirina Kêşeyê li derdora bakurî ya bajarê Hemahê ji aliyê têrorîstan va pêk hat.

Artêşa Sûriyê vê dawiyê bi alîkariyên rawêjakrî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştevaniya Rûsiyê karî dosyeya koma têrorîst a DAIŞê li vî welatî girêde.

Komên din ên têrorîst jî li halê têkçûnê ne.

Başa dön tuşu