NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê baregehên têrorîstan “Cebheya Nusreyê” û “Partiya Tirkistanê” dan ber êrîşê

Artêşa Sûriyê roja Çarşemiyê baregeh û çeperên çete û têrorîstên “Partiya Tirkistanê” li navçeya Mentar û Tepe Xetabê li derdora bajarê Ceser Şexûrê li başûrê rojavaya Idlibê dane ber êrîşê û di encama wê êrîşê da hejmareke zêde ya têrorîstan hatin kuştin an birîndar bûn.

Artêşa Sûriyê li bakurê Hemahê jî bi roket û topxaneyê baregehên koma têrorîst a Cebheya Nusreyê û Partiya Tirkistanê dane ber êrîşê ku di encama wê êrîşê da hejmareke zêde ya têrorîstan hatin kuştin an birîndar bûn.

Başa dön tuşu