NûçeRojhilatanavin

Serdestiya artêşa Sûriyê li deverên nû li derdora Helebê

Artêşa Sûriyê çend gundên din li derdora helebê xistin bin kontrola xwe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr`ê û ji zarê çavkaniyên sûrî ragihand ku artêşa Sûriyê gundên El-Ela, El-Heyat Sexîre û El- Heyat kebîre li derdora başûra rojhilata Helebê ji bin lepên têrorîstan azad kirin.

Medyayên Sûriyê her wiha ragihandin ku artêşa vî welatî cadeya Xenasir-Heleb-Esriyayê tam xist bin kontrola xwe. Eva li halekî ye ku kanala nûçan a El-Meyadînê jî ragihand ku artêşa Sûriyê 6 gundên vê deverê xistin bin kontrola xwe.

çavkaniyên haydar jî ragihandin ku têrorîstên Cebhetunusreyê pêgehên xwe li derdora Ebûzihûrê li derdora başûra rojhilata Idlibê vala kirine.

Li gorî rapora çavkaniyên meydanî jî di navbera hêzên gelanî yên Kurd û Cebhetunusrê li taxa Eşrefiyê li Helebê şer derketiye.

Çavkaniyên sûrî her wiha ragihandin ku yekîneyên artêşê û hêzên çekdar di encama opêrasyonekê li derdora bakûra Hemayê da zêde ji 70 têrorîstên Cebhetunusrê kuştin. Ev opêrasyona li derdora Cebelrayê û Teyibeismê û Şeiteyê qewimî û di encamê da her wiha alavên têrorîstan hatin têkbirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu