IraqNûçeRojhilatanavin

Li Hewlêrê ji bo Misilmanên Arakanê dua hat kirin

Li Hewlêra Herêma Kurdistanê, ji bo Misilmanên Arakanê yên ku di bûyerên şiddetê de mexdûr bûn û xwe spartên Bangladeşê li camiyan dua hat kirin.

Li Hewlêrê, Melayê Camiya Hacî Cemal Seyid Ehmed Ebdulwehab, di xutbeya xwe ya Înê de behsa rewşa Misilmanên Arakanê kir û bal kişand ser zilma ku dîtine.

Mela Seyid Ehmed di xubeya xwe de wiha got:

“Tawanên ku li dijî Misilmanên Arakanê hatin kirin nayên qebûlkirin. Ew rastî qetlîaman hatin, zarok, jin, genc, pîr û kal ji malên xwe hatin derxistin.”

Mela Ehmed got divê alema Îslamê ji bo bidawîanîna zilma li Arakanê gavan biavêje û problema Misilmanên wir çareser bike.

Mela Ehmed got: “Do li Bosna, Kosova, îro li Sûriye, Iraq, Myanmar û Misirê ev zilm dubare dibe. Em ji Xwedê daxwaz dikin ku Misilmanan bigihîne xelasiyê.”

Piştre di kêliya dua de ji bo Arakanê gelek kesan xwe negirt û giriyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu