NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê bi boneya salvegera şerê sala 1973’an tetbîqat pêk anî

Hêzên çekdar ên Sûriyê di salvegera şerê sala 1973`an de li dijî Rejîma Siyonîst meşqeke berfireh bi çekên leşkerî li dar xistin.

Li gorî nûçeya El-Menar, di salvegera şerê sala 1973’an de, hêzên cuda yên bejayî û hewayî yên artêşa Sûriyê tetbîqatek berfireh û çend rojî bi çekên şer lidar xistin.

Dema ku di tetbîqatê de cewherê şerê rasteqîn dihat simulkirin, rêvebirê projeyê di derbarê fikra şer û qonaxên tetbîqatê de, di nav de êrîşa li ser cih û baregehên dijmin jî ravekirinên berfireh da.

Şerê Cotmeha 1973 an şerê Remezanê an jî (li gorî siyonîstan) şerê “Kîpûr”ê di navbera 6-25 Cotmeha 1973an de di navbera Misir, Sûriye û Rejîma Siyonîst de qewimî.

Şerê Oktoberê şerekî awarte bû û welatên erebî piştî ketina çendîn şikestan ji Rêjîma Siyonîst, biryar dan ku bi rêketineke veşartî şikestên xwe yên berê qerase bikin. Bi vî awayî, di operasyoneke neçaverêkirî de di Cotmeha 1973 de, wan êrîşî kelehên Xeta Barlow li nêzî Kanala Sûweyşê û bilindahiyên Golanê kirin û karîbûn beşên girîng ên herêmên 1967 ji nû ve vegerînin.

Başa dön tuşu