NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûrîyê: Bila sivîl ji Xûteya Rojhilatê derkevin

Artêşa Sûrîyê di pêncemîn roja opêrasyona xwe li Xûteya Rojilatê li derdora Şamê de ji sivîlan xwest ku ji bo xilaskirina canê xwe û malbata xwe ji vê deverê derkevin.

Têrorîst li devera Xûteya Rojhilatê bi cih bûn û ji vê herêmê ve hermî rojan bi hawanê êrişî deverên xelknişîn ên Şamê dikin û di encamê de gel tê kuştin an birîndar dibe.

Li gorî rapora mêdyayên sûrî, helekoptêrên artêşa Sûrîyê duh li esmanê Xûteya rojhilatê daxûyanî belav kirin ku di wan daxûyanîyan de ji sivîlan hat xwestin, ji bo ku nekevin ber pevçûnên di navbera artêşa Sûrîyê û têrorîstan de, ji devera Xûteya Rojhilatê derkevin û dewlet jî ewlehî, bicihkirin, xwarek, xizmetên pizişkî û vegera ser malê piştî têkbirina têrorîstan ji bo kesên derkevin garantî dike.

Fermandarîya gişt artêş û hêzên çekdar ên Sûrîyê li daxûyanîyên hanê ku şêwe û rêyên derketina ewleh ji Xûteya Rojhilatê jî di wan de hatine kivşkirinê, ji niştecihên vê navçê xwestîye ku dema derketina ji derbasgehên ewleh, çekan bi xwe re ranekin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu