NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûrîyê çoltera Dêrezorê tam azad kir

Fermandetîya giştî ya artêşa Sûrîyê ragihand: Eskerên vî welatî bi alîkarîya hêzên hewayî, çoltera Dêrezorê tam ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kir û deverek bi beratîya 5800 kîlomtrên çarkunc paqij kir.

Li gorî rapora kanala Al Axbariyê, fermandetîya gişt artêşa Sûrîyê li daxûyanîyekê pêgirî kir: Baregehên DAIŞ`ê û cihên bicihbûna têrorîstên DAIŞ`ê li bereyên curbicur heta sînorên îdarî yên parêzgeha Humsê hatin jinavbirinê û têrorîstên mayî jî revîn.

Li dewama daxûyanîya fermandetîya gişt artêşa Sûrîyê hatîye: Paqijkirina devereke wiha berfire li çola Sûrîyê heta sînorê digel Iraqê û têkbirina koma têrorîst a DAIŞ`ê li vê herêmê, mohreke piştrastkirina hêjatîya têkoşerên sûrî û nîşana pêkutîya hêzên artêşa vî welatî ji bo domandina teqîbkirina têrorîstan li vî welatî ye.

Artêşa Sûrîyê ji hêla din ve operasyona têrorîstên Bereya El-Nusrê ku dil hebûn bi maşînên bombekirî êrişî çeperên artêşê li derdora rojhilat û rojavaya şarê Derayê li başûra Sûrîyê bikin, pûç kir.

Çavkanîyekî leşkerî jî ragihand: Komên têrorîst bi rêya operasyonên xwekujîyê dil hene ewlehîya başûra Sûrîyê têk bibin û nehêlin ku lihevkirinên herêmî pêk bên.

Artêşa Sûrîyê opêrasyona azadkirina bajarê Derayê ji lepên têrorîstan ji duh ve destpê kir.

Başa dön tuşu