NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê derbasî bajarokên Ebte û Daelê li dorhêla Derayê bû

Li dewama operasyona artêşa Sûriyê ya ji bo azadkirina hin taxên bajarê Derayê, hêzên artêşa Sûriyê piştî hevhatina bi komên çekdar re, ketin nav bajarokên Ebte û Daelê li dorhêla vî bajarî.

Bişar Esed, serokomarê Sûriyê, berî operasyona mezin a azadkirina navçeyên başûrî yên Dera û Quneyterê, hişyarî da komên çekdar ku eger hevhatinê qebûl nekin û çekên xwe radest nekin, artêş wê êrişî ser van bike.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê ji zarê malpera nûçeyan a El Ehdê, hêzên artêşa Sûriyê, di mideha 24 saetên buhurî de, li operasyona dijî terorîstî ya li navçeyên curbicur ên Derayê, 7 endamên tekfîrî kuştin.

Îbrahîm El Cebawî, berdevkê odeya operasyonê ya ser navê Artêşa Sûriyeya Azad li başûrê vî welatî jî ji destpêbûna gotûbêjên bi Rûsyê re ji bo gihîştina bi hevhatinekê li ser parêzgeha Derayê agahî da û texmîn kir dewra dudiyan a van muzakireyan îro were lidarxistin.

Elêks Tegênkov, serokê Navenda Aştiyê ya Hemîmîmê ya Rûsyê li Sûriyê, ragihand: Nêzî  300 kes ji xelkê Sûriyê li 24 saetên buhurî vegeryan malên xwe yên li parêzgeha Humsê û Xûteya Rojhilat a Şamê.

Li gorî gotina serokê Navenda Hemîmîmê, bi hewldanên dewleta Sûriyê û karmendên navenda rûsî, 70 hezar û 673 kes ji xelkê Xûteya Rojhilat û 106 hezar û 585 kes ji xelkê dorhêla Humsê ku ji kempên penaberan û awareyan bûn, heya niha vegeryane malên xwe.

Başa dön tuşu