NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûrîyê derbasî balafirgeha Ebû Zihûrê bû

Artêşa Sûrîyê li dewama opêrasyona dijî têrorîstan li derdora başûr û başûra rojhilata Idlibê, balafirgeha Ebû Zihûrê xist bin kontrola xwe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê, artêşa Sûrîyê û hevpeymanên wê îro piştî pakijkirina gundê Qeytelê li sînorê başûra parêzgeha Helebê û parêzgeha Idlibê, derbasî balafirgeha leşkerî ya Ebû Zihûrê bûn.

Li gorî vê raporê pakijkirina gundê Qeytelê rê li ber derbasbûna hêzên artêşa Sûrîyê û Hêzên Berxwedanê nav balafirgeha Ebû Zihûrê bibin.

Opêrasyona artêşa Sûrîyê û hêzên hevpeymanê wê li başûra rojhilata Idlibê, bakûra parêzgeha Hemayê û başûra parêzgeha Helebê ji dawîya Cotmeha sala buhurî ve destpê bû û heta niha bi dehan gund li van sê parêzgehana ji têrorîstên Cebhet ul Nusrê hatine pakijkirin.

Başa dön tuşu