İslami Davet Kurdi Bange İslami

Artêşa Sûriyê derbasî navça stratejîk a Hemûriyê li Xûteya rojhilatê bû

Artêşa Sûriyê di dewama serketina li hember terorîstan û komên çekdar derbasî navça stratejîk a bin kontrola van komana li Xûteya rojhilata Şamê bû.

 Artêşa Sûriyê di dewama pêşdeçûnên xwe li Xûteya rojhilat, çarşemiyê şevê derbasî navça stratejîk  a Hemûriyê bûye.

Pêştir artêşa Sûriyê navça Hûş El-Mubarike û hejmarek ji zewiyên  rojhilata  navça El-Reyhanê li Xûteya rojhilata Şamê ji  dagirkirina terorîstan û komên çekdar azad kir.

Kanala Exbariyê ya Sûriyê raghand: Zextên  Xelkê Xûteya rojhilat dibe sedem ku terorîst  îzna  derketina ji vê navçê ji riya derbasgehên  ewleh bidine hejamrek ji xelkê sivîl.

Xûteya rojhilat navçeyeke stratejîk nêzîkî Şama, paytexta Sûriyê ye ku di kontrola komên terorîstî de ye. Komên  terorîstî yên bcihbûyî li vê navçê, derbasgehên  ewleh ên însanî ku ji bo derketina  xelkê sivîl ê sûrî ji Xûteya rojhilat pêk hatiye, didin ber êrişên hawanan.

Yekînên artêşa Sûriyê ji 16 rojan berî niha karîne bi êrişa ser meqerên  terorîstan,  gelek navçe li Xûteya rojhilat ji lepên  terorîstan azad kin û pêşdeçûna  hêzên  artêşa Sûriyê li Xûteya rojhilat tim didome.

Exit mobile version