CîhanEfrîqaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Demajoya vegera awareyên Rûhîngîyayî bo vî welatî yê di 16`ê Mijdarê da destpê dibe

Wezîrê Karên Rehetî, Alîkarî û Sazişê yê Miyanmarê Win Myat di civîneke çapemenîyê da got ku demajoya vegera awareyên Rûhîngîyayî bo vî welatî yê di 16`ê Mijdarê da destpê bibe.

Li gorî gotina wî rayedarê miyanmarî, yekem koma awareyên Rûhîngîyayî ku ji 2251 kesî pêk tê yê ji nîveka meha mijdarê va û dê her roj jî 150 kes ber bi Miyanmarê va bên vegerandinê.

Eva di halekî da ye ku komên berevanê mafên merivan ragihandine ku rewş hê ji bo vegera awareyên Rûhîngîyayî ji bo Miyanmarê ewleh nîne.

Di encama êrişên Artêşa Miyanmarê û Bûdayîyê tundrê ser misilmanên Rûhîngîyayî li parêzgeha Raxînê li rojavaya vî welatî da ku ji 25`ê Tebaxa sala 2017`ê va destpê bû, zêde ji 6 hezar misilmanên Rûhîngîyayî hatin kuştinê, 8 hezar kes birîndar  û nêzî milyonek kesî jî aware û koçberî Bengiladêşê bûn.

NY jî Artêşa Miyanmarê hêza leşkerî ya herîpîs li cîhanê û sebebkarê qirrkirina kêmîneya Rûhîngîya ya Miyanmarê daye nasandinê.

Başa dön tuşu