IraqNûçeRojhilatanavin

Li paytext otomobîleke bombekirî teqiya

Demek berî niha li Bexda ya paytexta Iraqê teqîn çê bû.

Îro çarşemî 11ê Çileya 2017ê li bajarê Bexdayê yê paytexta Iraqê teqînek qewimî.

Teqîn li başûrê rojhilatê Bexdayê û li devera Rîsale ya ser bi Bexdayê ve çê bûye û bi rêya otomobîleke bombekirî bûye.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama teqîna vê otomobîla bombekirî de 5 kes birîndar bûne.

Rewşa ewlehiya paytexta Iraqê bajarê Bexdayê gelek xirab e û rojane teqîn li vî bajarî diqewimin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu