NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê du bajarokan li rojhilata parêzgeha Hemahê azad kirin

Artêşa Sûriyê û hevalbendên wê karîn du bajarokan li rojhilata parêzgeha Hemahê li bakûra vî welatî û çiya û baniyên derdora van bajarokan ji bin lepên terorîstên El-Nusreyê derxin.

Berpirsekî leşşkerî yê Sûriyê îro ji Malpera Nûçan a Merasilûn re got: Hêzên sûrî li çarçova pêşveçûna xwe li van rojên dawiyê li devera El-Muşîrefe El-Exerbiye karîn bajarokê El-Muşîrefe El-Şerqiye ji destê terorîstên bereya El-Nusre derxin.

Wî berpirsî herwiha got ku hêzên berxwedanê jî karîn ku kontrola riya Eseriya-El Şêx El Hilal bigirin destê xwe.

Berpirsekî din yê leşkerî li artêşa Sûriyê got ku di encama şerê navbera Hêzên Berxwedanê û Terorîstên El-Nusreyê de bajarokê Şakûsiye û bilindahî û girên derdora wê azad bûn.

Başa dön tuşu